
Artêşa dagirker doh êvarê gundewarê Minbic, Girê Spî, Til Temir, Eyn Îsa û Kobanê topbaran kir.
Artêşa dagirker gundê Hîmer Labde yê Minbicê, gundên Um El Xêr, Gûzeliyê û Til El Leben ên navçeya Til Temirê topbarankir..
Her wiha gundên Erîda, Bîr Zinar,Bîr kêtik Xirbet Baqir, Kor Hesen û Sewan ên rojavayê Girê Spî û rêya M4 da ber dopan.
Hemwextî wê tevgereke zêde ya balafirên bêmirov ên dewleta Tirk li asîmanê herêmê heye.
Artêşa dagirker hemwextî êrişên li ser girê Spî, gundên Koran û Xirabîsan Jêrîn ên rojhilatê Kobanê jî topbaran kir.
Dewleta Tirk a dagirker gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê topbaran kir.