Mezlûm Ebdî: Tevî bobelata erdhejê, rejîma Tirkiyê dijminatiya gelê Kurd dike

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî ji bo êrişa duh li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê eşkere kir ku di êrişê de, welatiyek şehîd û endamekî Hêzên Asayîşê jî birîndar bûye.
Ebdî got ku tevî ku erdhejê bi dehezaran qurbanî li dû xwe hiştine, lê rejîma Tirkiyê dijminatiya xwe li dijî gelê Kurd dewam dike.

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku,
“Di wextekê de ku bi dehhezarên mirovan ji tirsa bobelatên xwezayî li derveyî malên xwe ne û ji ber erdhejê bi dehhezarên mirovan jiyana xwe ji dest daye, rejîma Tirkiyê bêyî ku guh lê bide, dijminatiya xwe li dijî gelê Kurd didomîne”

Mezlûm Ebdî: Di êrişê de welatiyek şehîd û endamekî Asayîşê birîndar bû

Mezlûm Ebdî got ku “Di çaxa ku hewlên navdewletî û herêmî bo alîkariyên mirovî bişînin Tirkiyê û Sûriyê dewam dikin, balafirên bê mirov roja çarşemê, erebeyek li gundewarên Qamişlo bombebaran kir û di encamê de, welatiyek şehîd û endamekî Asayîşê jî birîndar bû. Her wiha di hefteya dawiyê de sivîlên li Til Rifet û Kobanê jî kirine armanc”

Back to top button