KCK’Ê: HER ÇALAKIYEK KURDÊN LI DIJÎ ÊRÎŞAN LI BER XWE DIDIN, BI QASÎ ROJIYÊ XÊR E

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi boneya meha Remezanê daxuyaniyek belav kir. KCK’ê diyar kir ku dewleta Tirk bi Erdogan re Îslamê bi kar tîne, rastiya gelê me înkar dike û êrîş dike. Lewma her çalakiyeke Kurdên ku li dijî êrîşan li ber xwe dide, rojî ye. Bi qasî rojiyê jî xêra xwe heye.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi boneya meha Remezanê daxuyaniyek belav kir.

KCK’ê bi bîr xist ku gelê Kurd di nava êrîşên dewleta Tirk a qirker de dest bi remezanê dike û got:

” Li dijî vê zilm û înkarê bi hezaran ewladên Kurd bi mehan e bi greva birçîbûnê li ber xwe didin.

Hefteyek e 15 ciwanên Kurd di rojiya mirinê de ne.

Dayikên Kurd ku dengê wijdan û exlaqê ne, ku emlê olan hemûyan e, bi zarokên xwe re li ber xwe didin.

Li gorî Îslamê, emelên di asta rojiyê de tên kirin, xêra wan mezin e.

Dewleta Tirk bi Erdogan re Îslamê bi kar tîne, rastiya gelê me înkar dike û êrîş dike.

Lewma her çalakiyeke Kurdên li dijî êrîşan li ber xwe dide, rojî ye. Bi qasî rojiyê xêra xwe heye.”

KCK’ê li dijî êrîşa li dayikên Kurd, li dijî heqareta li gelê Kurd bang kir ku di Remezanê de têkoşîna gelê Kurd a li dijî dewleta Tirk a zalim bê mezinkirin.

KOMÎTEYA GEL Û BAWERIYAN A KCK’Ê:
LI MIZGEFTÊN DIYANETA TIRK TENÊ BANGA KOMKUJIYA LI DIJÎ KURDAN HEYE

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya Remezanê bang li gel kir ku neçin mizgeftên diyaneta Tirk jî û got:

” Li mizgeftên diyaneta Tirk, ji bilî înkar, derew, fitne, fesadî, banga li komkujiyan û durûtiya li dijî gelê Kurd tiştekî din nîne.

Em di wê baweriyê de ne ku eger hûn nimêja xwe li mal, taxa xwe, li deverên munasîb bikin, ew ê hîn bi xêr be.

Xêra wê mezin e ku hûn sifreya xwe ya fitarê jî bi van hest û fikran amade bikin.”

Leave a Reply

Back to top button