HPG: Dagirker li gelek qadên Avaşînê daran dibirin

Êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê dewam dikin. Artêşa Tirk a dagirker ji aliyekî ve Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran dike, li aliyê din jî xwezayê dişewitîne û talan dike.
HPG’ê diyar kir dagirker li gelek qadên Herêma Avaşînê daran dibirrin.

Nêzî du meh in êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê dewam dikin. Gerîlayên Kurdistanê li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê di çarçoveya pêngavên şoreşgerî de rojane derbên giran li dagirkeran didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku gundên Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin bombekirin.

HPG’ê diyar kir 13, 16, 17 û 18’ê Hezîranê gundê Bêbadê yê bi ser navçeya Çemankê a Duhokê, qada Kafya a herêma Garê, gundê Dirê, qada Werxelê yê herêma Avaşînê, Gundê Fila yê herêma Zapê, Gundê Zendûra, zeviyên gundên Kêste û Hirorê yên herêma Metîna bi balafirên şer û Helîkopteran hatin bombebaran kirin.

Her wiha hat diyar kirin artêşa Tirk a dagirker li qadên Werxelê, Kîlîse û Tabûra Ereban yên herêma Avaşînê jî daran dibirin.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir 18’ê Gulana 2021’ê li derdora gundê Banê Dêran ê navçeya Licê ya Amedê, di encama şerekî bi artêşa Tirk a dagirker de Endamê Fermandariya Eyaleta Amedê Egîd Şevger û gerîlayê bi nave Armanc Cûdî şehîd bûn.

HPG’ê ji malbata gerîlayan û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û diyar kir agahiyên li ser nasnameya gerîlayan wê piştre bêne parvekirin.

Back to top button