Dewleta Tirk ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê erebeyeke bombebaran kir

Balafireke dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê erebeyeke sivîlan kir hedef.

Îro di seatên pişî nîvro de, balafireke dewleta Tirk li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê erebeyek bombebaran kir.

Nûçegihana me ragihandin ku erebe li nêzî gundê Tenûriyê yê li rojhilatê Qamişlo hat bombebarankirin.

Heta amadekirina vê nûçeyê jî tu daxuyanî ji aliyên fermî derneketin..

Hêjayî bi bîrxsitinê ye ku 12’ê Sibatê jî balafireke bêmirov a dewleta Tirk li rojavayê Kobanê erebeyek kir hedef.

Ji bilî wê, ji roja erdhejê heta niha bi dehan caran dewleta Tirk a dagirker êriş li dijî herêmê pêk anînye.

Back to top button