Şandeya HDP’ê serdana mexdûrên Hatayê kir

Erdogan derdikeve pêşiya çapemeniyê û dibêje ku Salekê dem bidin me emê avahiyan çêbikin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan ku serdana mexdûrên erdhejê ên li Hatayê kir bersiv da Erdogan û got: Êdî ev gel dev ji salekê berde, yek rojê jî tehemûla we nake.

Şandeyeke ku ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û nûnerên pêkhateyan pêk dihat, li Hatayê serdana mexdurên erdhejê kirin..

Şandeyê li Navenda Koordînasyona Krîzê ya li Îskenderûnê daxuyanî da.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan destpêkê ji bo malbatên qurbaniyan sersaxî û ji bo birîndaran jî şîfa xwest û got:

Pervîn Bûldan: Mexduriyet gelekî zêdeye û êş giran e

“Em li vir dîsa bûn şahid bê ka êş û wêraniyeke çiqas mezin heye.

Di serî de li Hatayê, li hemû deveran gelek kêmasî hene.

Em dibînin ku xelk li ser kavilan li benda derxistina cenazeyên xizmên xwe ne.

Li hêla din ji ber sermayê dicemidin û gelekî zehmetiyê dikşînin.”

Pervîn Bûldan: Divê zirarê nedin cenazeyan

Pervîn Bûldan îşaret bi tevgera desthilatê ya rakirina kavilan kir tevî cenaze di bin de ne kir û wiha dewam kir:

“Yên ku roja ewil li holê xuya nedikirin, îro ji bo rakirina kavilan seferber bûne.

Divê di dema rakirina kavilan de ziyanê nedin cenazeyan .”

“Ev gel êdî yek rojê jî ji desthilata heyî tehemûl nake”

Di axaftina xwe de Pervîn Buldan bersiv da gotina Erdogan a “Salekê mihletê bidin me” jî û ev yek got:

Em li vir bangî serokkomar dikin; ev welat, ev gel, ev xak û vê erdnîgarî êdî dev ji salekê berde yek rojê jî tehemûla we nake.

Dê tu kes weke xelatekê dê salek mihletê nede we. Hûn dê hesab bidin û wisa biçin.

Pervîn Bûldan: Êdî dema tunebûna AKP’ê di qada siyasetê de hat

Di dawî de Hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan anî ziman ku êdi dema tunebuna desthilata AKP-MHP’ê di qada siyasetê de hatiye.

Back to top button