Sibe salvegera rizgarkirina 7’an a Şengalê ye

Sibe salvegera rizgarkirina 7’an a Şengalê ye.
Di destpêka êrişa DAIŞ’ê de; 12 siwariyên Derweşê Evdî, 12 gerîla, bi hawara Şengalê ve çûn û rê li ber komkujiyeke mezintir girtin..Yek ji wan gerîlayan Serxwebûn Azadî ye..
Serxwebûn Azadî qale wan rojan dike ku çawa çûn Şengalê û çi şahîdî kirin.

Sibe salvegera rizgarkirina 7’an a Şengalê ye.

13’ê Mijdara 2015’an bajarê Şengalê piştî berxwedaneke dîrokî ya şervanan û gerîla, ji destên çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin.

Di destpêka êrişa Daiş’ê de 12 siwariyên Derweşê Evdî, 12 gerîla, bi hawara Şengalê de çûn û rê li ber komkujiyeke mezintir girtin..

Yek ji wan gerîlayan ku şahîdê bûyerê bû, Serxwebûn Azadî ye.

Serxwebûn Azadî yek ji 12 gerîlayên bi hawara Şengalê ve çûn

Bi boneya Salvegera Şengalê, Serxwebûn Azadî ji televîzyona me re axivî û qala wan rojan kir:

Serxwebûn azadî diyar kir ku wekî siwariyên Derwêş, wan jî bi 12 kesan xwe berdan Şengalê.

Azadî diyar kir ku ji bo gelê Êzidî ji qirkirinê biparêzin û rêxistinbûna wan ya parastinê ava bikin ber bi Şengalê ve ketin rê.

Di dewamê de, Serxwebûn Azadî eşkere kir ku ji bo hêzên PDK’ê riya wan negrin, bi dizî hewl dane derbasî Şengalê bibin, 4 hevreyên wan hatin girtin…

Serxwebûn Azadî: Îro hêza parastina Şengalê û Rêveberiya wê heye

Ji siwariyên Hemden Serxwebûn Azadî bilêv kir ku tevî hemû astengiyan jî Şengal bi berdelên giran hate rizgarkirin û got:

“Niha civaka Êzidî hêz û saziyên xwe yên parastinê ava kirine û erka me heya rizgarkirinê bû.”

Back to top button