Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim derbarê gotegotên dawî ku wê Rêveberiya Xweser hin herêman radestî hikûmeta Şamê bike û mijara navbênkariya Rûsiya ji bo danûstandinan nirxandin kir..
Salih Muslim li ser diyaloga Sûrî-Sûrî jî careke din piştrast kir ku rêveberî amade ye bi hikûmeta Şamê re danûstandinan bike.
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim beşdarî bernameya ÎROJ a televizyona me bû û rewşa dawî ya li herêmê nirxand.
Salih Muslim derbarê diyaloga di navber hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de diyar kir ku Şam her dem li gorî berjiwendiyên xwe nêz bûye, ne ji bo çareseriyeke giştî.