PAJK şehîd fermandar Delal Amed bi daxuyaniyekê bi bîr anî

Koordînasyona PAJK’ê û Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi daxuyaniyekê sê fermandarên pêşengên tevgera azadiyê bibîranîn..
Di daxuyaniyan de hat gotin: “Em ê li ser rêya ku Delalan, Peymanan û Azeyan bi ruhê Apoyî şer kirin, têkoşîna xwe bidomînin û mîrateya şehîdên xwe bi şoreşê tacîdar bikin.”

Koordînasyona PAJK’ê û Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi daxuyaniyekê sê fermandarên pêşengên tevgera azadiyê bibîranîn..

Koordînasyona PAJK’ê di daxuyaniya xwe de destpêkê Fermandar Delal Amed bi bîr anî û got:

“Em endama rêveber a PAJK-PKK’ê û Fermandara Biryargeha HPG-YJA Star Delal Amed, pêşenga me ya jin Azê Malazgirt û hevrêyên pê re ku Mijdara 2017’an li Qada Botanê şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin.

Hevrê Delal Amed a ku bi fedaî beşdarî têkoşîna azadiyê bû, îrade û tevlîbûna bêsînor ên jinên fedaî di her şert û mercê rêya serkeftinê nîşan da.”

PAJK: Em ê mîrateya şehîdên xwe bi şoreşê tacîdar bikin

Koordînasyona PAJK’ê diyar kir ku mîrasa hemû şehîdên me yên şoreşa jinê, di serî de fermandar Delal Amed, Peyman Bagok û Azê Malazgîrt ku têkoşîna azadiya jin gihandiye lûtkeyê, îro di xeta ‘Jin, jiyan, azadî’ de bûye asta gerdûnî û got:

Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê ya ku bi hezaran şehîd, fermandar û şervanên xwe heta van rojan feda kiriye, jin ji bindestiyê rizgar kiriye û kiriye milîtana azadiyê û pêşenga têkoşînê..

YJA Starê sê fermandarên jin ên pêşeng bi bîr anîn

Fermandariya YJA Starê jî fermandar Peyman Bagok, Agirî Gabar û Çavrê Amed bi rûmet û minetdarî bi bîranî û soza xwe li ber têkoşîna wan dubare kir.

Fermandariya YJA starê da zanîn ku her sê hevrêyên wan dema li ser erkên xwe bûn, di Mijdara 2019’an de di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst de şehîd bûn.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê di dawiyê de got:

“Ji bo pêkanîna armancên hevalên xwe yên şehîd û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, em soza bilindkirina têkoşîna ta serkeftinê didin.

Back to top button