Artêşa Niştimanî ya Lîbî, odeya operasyonên çeteyan li Misratayê kir armanc

Duh, Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê odeya operasyonên çeteyên dewleta Tirk li bajarê Misratayê bombebaran kir û kombûyînên çeteyan li başûr-rojhilatê Terablusê kirin armanc. 

Li gorî odeya ragihandina şer a artêşê, yekîneyên topavêjê kombûyînên çeteyên ji Sûriyê, li nêzî devera el-Nadî el-Diplomasî li eniya Eyn Zarayê kirin armanc.

Di encamê de, çete ji piraniya deverên derdora herêmê vekişiyan.

Li gorî Navenda Çavdêriya Sûrî, di şerên vê dawiyê de, 11 çeteyên Sûrî hatine kuştin û jimara wan a giştî bû 279, di nav de 13 zarokên leşkerkirî..

Hefteya borî, malpera el-Monitor a Amerîkî, şandina 2 hezar zarokên Sûrî bo Lîbyayê piştrast kiribû.

Back to top button