Dorpêç û germa havînê azarên koçberan zêde dikin

Koçberên Efrînê ku li Şehbayê dimînin dibêjin dorpêça hikûmeta Şamê barê wan girantir kiriye.

Dorpêça hikûmeta Şamê ya li ser Kantona Şehbayê didome.

Di demsala havînê de nexwşî belav dibin.

Ji ber dorpêçê dermanê zaroka jî peyda nabin.

Ev yek azarên koçberên Efrînê yên li Şehbayê dimînin zêde dike.

Jina binavê Eyşe Xalo derbarê mijarê de axivî û got:

”Konên ku em tê de dijîn me ne ji serma zivistanê ne ji germa havînê diparêze.

Niha germahî zêde ye, nexweşî belav dibin dorpêç jî êşên me girantir dike.”

Hevseroka Komîteya Tenduristiyê ya Efrîn-Şehba Aliye Muhammed jî ev agahî dan:

Nexweşî bi taybet Leishmaniaasis di havînê de belav dibin.

û ji ber dorpêçê gihîştina pêdiviyên bingehîn wekî derman û alavên tibbî pir zehmete.

Aliye destnîşan kir ku xizmetguzariyên navendên tenduristiyê ji ber nebûna derman rawestiyane.

Aliye di dawiyê de bang li rêxistinên mirovî kir ku ji bo dawîkirina dorpêçê têkevin nav tevgerê.

Back to top button