Li Efrînê Çete weke êşkence, kuçikan berdidin girtiyan

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî ragihand ku çeteyên Dewleta Tirk li Efrînê, kuçikan berdidin girtiyan ku laşê wan parçe bikin û yên tên kuştin jî cenazeyên wan nadin malbatan..Di heman demê de, heman çete êrîşî goristanan dikin û goran dirûxînin û xerab dikin.

Li Efrînê çeteyên Tirkiyê her roj rêbazekî nû yên êşkence û kuştina sivîlan eşkere dike.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî, ragihand ku çete ji bilî êşkenceya bi darê kehrebê, li girtîgeha Şera a Efrînê, kuçikan berdidin girtiyan da ku laşê wan parçeparçe bikin.

Li gorî navendê, heta niha bi sedan kes ji êşkenceya giran hatine kuştin û çete nahêlin ku malbatên wan laşê wan bibînin.

Heman navendê da zanîn ku niha 7 kes derdora girtîgeha Şera veşartine, bêyî ku nasnameyên wan diyar bikin.

Her wiha çeteyan 91 kes bi riya êşkenceyê kuştine û ji bo cenezeyan radestî malbatên bikin jî 100 hezar doler fidiyeyê dixwazin.

Çeteyên Tirk gorên li Cindirêsê a Efrînê rûxandin

Li kêleka vê jî, kesên di goran de ne jî ji vê hovîtiyê nestirîn.

Navenda belgekirina binpêkirinan di rapora xwe de eşkere kir ku 5’ê Gulanê gorên goristana li navçeya Cindirêsê, hatin rûxandin û heta niha jî bi dehan deverên pîroz bûne armanca hişmendiya dagirkeriyê

Çete bi bihaneya cejna remezanê, bacan li dikanan disepînin

Ji xwe dizî, talanî û komkirina pereyan weke xeteke stratejîk a komên çete ye.

Li gorî Malpera Efrîn Post çeteyan 5 dikanên kurdan dizîne û bi bihaneya hatina Cejna Remezanê re, baceyan li ser xwediyê dikanan disepînin.

Lîsteya wan jî bi vî awayî ye.

Li gor wê ji Dermanfiroşan 10hezar L.S

Xwaringehan 50 hezar L.S

Dikanên fêkî û sebzeyan 10 hezar L.S

Dikanên semanê 5 hezar L.S

Back to top button