Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Daxwaza hevpar a gelê Kurd, yekîtî ye

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, destnîşan kir ku peyama Rêber Ocalan a der barê yekrêziya neteweyî de, daxwaza hevpar a gelê Kurd e û anî ziman “ên ji bo vê daxwazê nebin bersivê, wê mîna lekeyek reş di nav rûpelên dîrokê de cih bigirin.” 

Ozturk, diyar kir ku Ocalan tevgerên Kurd hemû vexwandin yekrêziya neteweyî û got:

“Li Rojhilata Navîn ji bo gelê Kurd bibe xwedî gotin, şert e li Kurdistanê li ser esasekî demokratîk ji bo yekrêziya neteweyî gav bên avêtin.”

Berê li Başûrê Kurdistanê tenê 2 nuqteyên Tirkiyê hebûn, lê belê niha ev jimar bûye 30.

Bi vî rengî hebûna îstxibarata Tirkî ne ji bo berjewendiyên gelê Kurd e.”

Ozturk, destnîşan kir ku tiştên li Zînî Wertê diqewimin, tenê li vir sînordar nemane û got:

“Gelê Kurd ji bo her destkeftiyekê, bedêlên giran dane, lewma divê her parçe xwedî li destkeftiyên parçeyên din derkeve û wan biparêze û rêya vê jî yekrêziya neteweyî ye.”

Back to top button