Ji bo Heskîfê, bang li rayedaran hat kirin

Warê dîrokî Heskîf, piştî bi destê AKP’ê di bin avê de ma, tev winda bû û ew veguherandin cihê sergoyê. Nûnerê Hewldana Jiyandina Heskîfê Ridvan Ayhan, bang li rayedaran kir ku îro berî sibê çopê kom bikin û vê pirsgirêkê çareser bikin.

Li qada hemberî Heskîfa nû komên çopê bala mirovan dikişîne.

Ji bo çopa li qiraxê avê kom bûne, bê paqijkirin jî heta niha rayedarên herêmê ti xebat nekirine.

Nûnerê Hewldana Jiyandina Heskifê Ridvan Ayhan, bang li rayedaran kir ku divê di zûtirîn dem de çopê kom bikin da ku zindiyên li herêmê rizgar bibin.

Ayhan got: “Bi bendavê re, dîrok winda bû. Divê bi lez ev çop bê komkirin.”

Back to top button