Şîrketeke Tirkî ku diviyabû heta roja Yekşemê 5 milyon devpoşk radestî Belçîkayê bikira, kete ber lêpirsînê.
Li gorî medya Belçîkayê dihate payîn heta dawiya vê hefteyê 5 milyon devpoşk werin radestkirin. Lê belê devpoşk ji Belcîkayê re nehatin û ji bo hatinê jî işaretek nîne.
Têkildarî şîrketa Tirkiyê ku diviyabû devpoşk radest bikira lêpirsînê dest pê kir.
Hate ragihandin ku Belçîkayê bi 5 milyon Euroyî devpoşk jî di nav de alavên parastinê kirîne û 3 milyon û 500 hezar euro pere radestî Tirkiyê kiriye.
Edaleta Belçîkayê bi fikar e û dibêje ku şîrketa Tirk ew xapandiye.
Wezîra Tenduristiyê Maggîe de Block jî diyar kir ku ew bawernakin ku devpoşk û alavên din bigihêjin wan, ji ber vê yekê wê ji çavkaniyên din were peydakirin.