Corona li Tirkiyê, metirsiya mezin li ser girtiyan e

Vîrûsa corona êdî li Tirkiyê jî weke gelek welatên din, belav dibe.. Bi belavbûna wê re jî, metirsî û fikarên li ser jiyana girtiyan, zêde dibin. 

Piştî tomarkirina 47 rewşên pêketinê, êdî girtîgehên Tirkiyê ku bi hezaran girtî tê de ne, bi metirsiya coronayê re rû bi rû ne.

Ev vîrûs di wextekî de tê ku, girtîgehên Tirkiye bi zext, binpêkirin û paşguhkirina rewşa tenduristiya girtiyên nexweş tê naskirin.

Ev yek hişt malbatên girtiyan ji bo rewşa zarokên xwe bi-fikar bin, nemaze gelek girtî rewşa wan a tenduristî pir xerab e.

Piştî wezîrê dadgeha Tirkiyê, serdan û hevdîtinên malbatan bi girtiyan re heta demekê sekinandin, ev metirsî hîna zêdetir bûn.

Tevî gelek alî bang li hikumetê dikin ku girtiyan ji vê vûrûsê biparêzin û bi lezgînî wan berdin jî, lê li ser erdê ti tedbîr tune ne.

Parêzvanên mafên mirovan ên li Tirkiyê jî xwestin tedbîr bi awayekî baş û yekser bên girtin.

Back to top button