Di seatên nîvro de jî dagirkeran gundê Dibis ê rojavayê navçeya Eyn Îsayê, rêya M4 û gundê Qinêtre yê navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kirin.
Piştî vê êrişa bi balafiran, dewleta Tirk û çeteyên wê gundê Dibis ê rojavayê navçeya Eyn Îsayê û rêya M4 jî tobparan kir.
Li aliyê din, artêşa Tirk a dagirker di seatên nîvro de jî bi çekên giran gundê Qinêtre yê navçeya Şêrawa ya Efrînê ya dagirkirî topbaran kir..
Nêzî 10 top li gund ketin.
Dagirkeriyê gundê Xirnat yê Şehbayê da ber topan
Duh bi şev jî dagirkeriya Tirk gundê Xirnata yê Şehbayê topbaran kir.
Di encama topbaranê de zirarên madî gihiştin mal û milkê welatiyan..