Li Kazaxistanê şîna netewî hat ragihandin

Li Kazaxistanê hefteyeke zor û zehmet derbas bû.
Tê de 164 kes hatin kuştin û derdora 8 hezar mirov jî hatin binçavkirin.
Serokdewlet Qasim Comet Tokayev hêrsa gel a li dijî zêdekirina buhayê sotemeniyê weke hewldana darbeyê bi nav kir. FILM

2’yê Çile li Kazaxistanê gel li dijî zêdekirina buhayê sotmeniyê daket meydanan.

Ji wê rojevê ve li seranserê welat tevnên înternetê hatin birîn.

Di nava demeke kurt de xwepêşandanên ku li çend deveran destpêkirin belav bûn.

Xwepêşandêr li hin bajarên mezin ji bo demeke kurt avahiyên hukûmetê xistin bin kontrola xwe.

Hin avahî hatin şewitandin.

Ji ber ku hêrsa gel zêde bû hukûmet neçar ma ku dest ji erka xwe berde.

Serokdewlet Qasim Comet Tokayev jî rewşa awarte ragihand.

Tokayev bi gotina “20 hezar eşqiya êrişî Alamty kirin” ferman da hêzên leşkerî ku bê hişyarî gulle li terorîstan bireşînin.

Piştî vê fermanê, hêzên artêş û polîsan bi tûndî bersiv dan xwepêşandêran û ev yek rê li ber şer vekir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tendirûstiyê, di bûyeran de 164 kes hatin kuştin.

Bi hezaran jî birîndar bûn.

Wezareta Karê Hundir jî eşkere kir ku heta niha 7 hezar 939 mirov hatine binçavkirin.

Serokdewlet Tokayev mirina mirovan weke encama “êrişên terorê” binav kir û şîna netewî ragihand.

Li gorî îdîayên serok-komariyê, di nava kesên binçavkirî de gelek mirovên biyanî hene.

Tokayev: Ya li welatê me hatî kirin hewldana darbeyê bû

Di vê navberê de serokdewlet Tokayev dûbare îdîa kir ku xwepêşandanên protestoyî ji aliyê “komên çekdar” ve hatine birêvebirin û wiha got:

Ya hatî kirin hewldana darbeyê bû.

Tokayev kuştina 164 kesî ji nedîtî ve hat û îdîa kir ku hêzên ewlekariyê wê destwernedin xwepêşandanên aştiyane.

Serokê Kazaxistanê destwerdana hêzên dewletê li xwepêşandanan weke “têkoşîna li dijî terorê” binav kir û got, wê ev yek bi serkeftinê bi encam bibe.

Li aliyê din derket holê ku piştî tepisandina xwepêşandanên gelê, Tokayev 2 payebilindên hêzên ewlekariyê ji erka wan dûr xistin.

Beriya niha jî bi îdîaya ku xiyanet li wan kiriye, Tokayev şefê îstîxbaratê Kerîm Masîmov ji erka wî girtibû.

Back to top button