Li Teksasê..di êrişa çekdarî de 18 ji wan zarok, 21 hatin kuştin

Li Amerîkayê, dibisteneke seretayî bû armanca êrişeke çekdarî.
Encama wê jî mîna komkujiyekê bû.
Herî kêm 21 kes hatin kuştin û di nava wan de 18 zarok hene.
Kujer jî ciwaneke latînî yê 18 salî Salvador Ramos e.
Li gorî daneyên saziyên li DYA tenê di nava salekê de bêtirî 45 hezar kes bi çekan hatine birîndarkirin û kuştin.

Bûyer li bajarê Uvalde ê girêdayî eyaleta Teksasê rû da.

Di hedefê de Dibistana Seretayî hebû.

Ciwanê bi navê Salvador Ramos ê 18 salî pêşî dapîr xwe dikuje, paşê tevî çek bi ser dibistaneke seretayî de digre.

Rayedarên polîsan ragihandin ku serde girtinê de demançe û çeka otomatîk AR-15 hate bikaranîn.

Di encamê de 20 kesî jiyana xwe ji dest da.

Ji wan 18 şagirtên zarok in.

Êrişkar jî di encama destwerdana polîsan de hate kuştin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden piştî êrişê axivî û nerazîbûnên xwe li hemberî bûyerên wiha bi van gotinan anî ziman:

Ji bo xwedê em ê kengî li dijî firotina çekan rawestin.

Zarokeke 18 salî çawa dikare çekê bikre û mirovan bikuje. Li deverên din ên cîhanê bûyerên wiha pir kêm in.

Êdî dem hatiye ku em vê êşa mezin veguherînin guhertina qanûna firotina çekan.

Li DYA êrişên biçek..Di salekê de bêtirî 45,000 kes hatine gulebarankirin û kuştin

Li gorî daneyên Saziya Tenduristiyê ya Amerîkayê CDC (Navenda Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşan) li welêt di sala 2020’n de herî kêm 45 hezar û 200 kes ji ber gulebarana bi çekan mirin.

Hat diyarkirin ku ji wan nêzî 19 hezar û 400 kes hatine kuştinû yên din jî bi întîhar an qezayê mirine.

Li gorî lêkolînên hatine kirin, li Amerîkayê sedema mirina ciwan û zarokan piranî êrişên çekdarî ye.

Di rewşa heyî de li Amerîkayê bûtirî 390 mîlyon sivîl xwedî çek in.

Back to top button