Aktivîstên Başûr: Li dijî dagirkeriyê bibin yek

Aktîvîstên Behdînan diyar kir ku divê hemû hêzên Kurd li dijî dagirkeriyê xwedî yek helwestê bin.

Aktîvîstê Behdînan Amed Silêman da zanîn ku her hêz û aliyek hevkariya dewleta Tirk bike, ew xiyaneta Kurdan dike.

Amed Silêman teqez kir ku divê hemû gelê Kurdistanê û aliyên siyasî hev bigirin û li hemberî êrişan yek helwest bin.

Aktîvîst Yasîn Abdulrehamn ê xelkê Şêladizê jî êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got:

“Hikûmet li hember êrişên dagirkeriyê bêdeng e. Lewma pêwîste hemû hêz li hemberî delweta Tirk yekgirtî bin.

Back to top button