Hêzên Rizgariya Efrînê bi heman armancê daxuyaniyek nivîskî weşand û ragihand ku ew ê asta şer û hêza xwe li dijî dagirkeriyê bilindtir û berfireh bikin û li hemû çiya, gund û kolanên Efrînê belav bibin.
Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê salvegera duyemîn a dagirkerina Efrînê û berxwedana wan a li dijî dagirkeriyê daxuyanike nivîskî weşand.
HRE teqez kir ku wê çalakiyên hêzên wan ên bersivdayîna li dijî dagirkeriya dewleta tirk berdewam bikin û wiha got:
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane li ser xaka me sûcên mirovahiyê dike.
Xwîna gelê me û axa me xeta sor e û ti car nayê jibîrkirin.
Êş û azarên ku şêniyên Efrînê bi destê dagirkerên Tirk dîtin, wê bibe gogeke agir û refên dijmin bişewitîne û tune bike.
Em ne hezkiriyên şer in, lê ji bo me dagirkirina welatê me her tim sedema şer û tolhildanê ye.
Hêzên Rizgariya Efrînê carek din teqez kir ku ew ê darbên giran li dagirkeran bixin û wê wan ji axa xwe ya pîroz derxin û ala azadiyê li Çiyayê Kurmênc bilind bikin.
HRE diyar kir ku rizgarkirina Efrînê erka wan ya sereke ye, lewma ew ê asta şer û hêz xwe li hemû deverên Efrîn bilindtir û berfiretir bikin û bikin û li hemû çiya, gund û kolanên Efrînê belav bibin.
HRE di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû ciwanan kir ku sekneke neteweyî nîşan bidin û tevlî berxwedana Serdemê bibin.
Her wiha bang li gelê xwe yê hindirê Efrînê û derveyî wê kir ku bawerî û hêviya xwe ya azadiyê zindî û bi hêz bikin.