YPG: Em ê têkoşîna xwe bi rihê karker bilind bikin

Di salvegera 2. a şehadeta Fermandar Karker Êrîş de YPG’ê daxuyaniyek nivîskê weşand û teqez kir ku ew ê bi rihê şehîd Karker berxwedan û têkoşîna xwe li dijî dagirkerî û faşîzmê berdewam bikin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi boneya salvegera duyemîn a şehadeta fermandar Karker Êriş daxuyaniyek nivîskî weşand.

YPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewldanên xwe yên dagirkerin û qirkirinê li hember destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê û bakur Sûriyê didomîne.

YPG’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk bi êrîşên li ser Efrînê polîtîkayên xwe yên înkar û îmhayê li ser herêmê gihand asta herî dijwar, lê YPG-YPJ, QSD’ê û gel li hember polîtîkeya dewelta tirk berxwedaneke mezin raber kir.

YPG’ê anî ziman ku yên ev berxwedana dîrokî gihand lûtkeyê, şehîdên wan yên nemir in û wiha got:

Yek ji kesên ku bi têkoşîn û keda xwe pêşengiya berxwedana bêhempa kir, fermandarê mezin hevrê Karker Êrîş bû.

Fermandarê mezin Karker Êrîş li hember dagirkeriyê, wekî Avesta, Rizgar, Rosiyar, Îlan, Artêş û gelek şehîdên din, li ber xwe da, pêşengî kir û bû yek ji rêwiyên karwanê şehîdan.

YPG’ê daxuayniya xwe wiha bi dawî kir:

Em soza xwe ya pêkanîna xeyalên şehîdan dubera dikin û teqez dikin ku wê têkoşîna me li dijî dagirkerî û faşîzmê bi rihê fermandar Karker bilind bibe.

Back to top button