Eyşe Hiso: Ji bo parastina pêşeroja Kurdistana azad divê em piştgiriyê bidin gerîla

Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso da zanîn ku êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê beşek ji komploya navneteweyî ya li dijî gelê Kurd e û piştrast kir ku destekdayîna berxwedana gerîla garantiya pêşeroja Kurdistanê ye.

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Eyşe HIso der barê êrişên dagirkeriyê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan de axivî.

Eyşe Hiso diyar kir ku êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê beşek ji komploya navneteweyî ya ji bo qirkirina gelê Kurd e.

Eyşe daxuyand ku dijmin, hesab ji berxwedana kurdan li hember êrişên qirkirinê re nekirin.

Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso: Parastina Şengalê parastina doz û dîroka Kurdî ye

Eyşe anî ziman ku dema ew dibînin gel daxwaza mafên xwe yên rewa dike û piştgirî dide şervanên xwe, wê demê em fêm dikin ku gel tê gihiştiye xeteriya qirkirinê ya li dijî wan tê meşandin.

Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso: Ger dewleta Tirk bixwaze doza Kurdî çareser bike divê berê xwe bide Îmralî

Herî dawî Eyşe Hiso diyar kir ku eger dewleta Tirk a dagirker bixwaze doza kurdî çareser bike divê berê xwe bide Îmralî.

Back to top button