Parlamenter Ebûbekir Helednî: Divê hêzên siyasî bersiveke erênî bidin banga KCK’ê

Tevî êrîş û binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, hikûmet û parlalmena Başûr û Iraqê ti helwestên rasteqnîn nîşan nedane. Parlamenter Ebûbekir Helednî bang li giştî hêzên siyasî kir ku bersiveke erênî bidin banga KCK’ê ya avakirina yekîtiya neteweyî. Mamosteyê Zanîngeha Raperînê Aram Qadir jî bang li her kesî kir ku piştevaniya PKK’ê bikin û li dijî Tirkiyê bibin yek deng.

Parlamenterê Firaksiyona Yekgirtûya Îslamî li Parlamena Başûrê Kurdistanê Ebûbekir Helednî diyar kir ku rewşa Kurdan bi giştî di metirsiyê de ye û anî zimên ku:

“Dewleta Tirk û Îranê rojane deverên sînorî yên Başûr û Iraqê binpê dikin.

Helwest û bêdengiya Başûr û Iraqê ya li hember van binpêkirinan jî cihê şermê ye.”

Helednî der barê banga KCK’ê de jî got:

“Em weke Kurd li jêr metirsiyê ne.

Pêwîst e hemû aliyên siyasî li ser asta her çar parçên Kurdistanê bigihîjin diyalogeke hevbeş û sînorek ji dubendiyan re were danîn.

Divê hêzên siyasî bersiveke erênî bidin banga KCK’ê ya avakirina yekîtiya neteweyî”

Parlamenter Ehmed Reşîd: Dagirkeriya Tirkiyê tê wateya şikandina serweriya Iraqê

Parlamenterê Iraqê Ehmed Hacî Reşîd jî da xuyakirin ku dagirkeriya dewleta Tirk tê wateya şikandina serweriya xaka Iraqê, lewre divê Iraq parastina xwe li ser bingeha mekanîzmeyeke destûrî bike.

Ehmed Hacî têkildarî banga KCK’ê got:

“Mijara dagirkeriyê ji tevahî mijarên din giringtir e, lewre pêwîstî bi yekdengî û yekhelwestiya hêzên siyasî yên Kurd heye.”

Mamoste Aram Qadir: Em piştgiriya KCK’ê dikin, divê PDK û hêzên din jî piştgiriyê bikin

Her wiha Mamosteyê Beşa Felsefeyê yê Zanîngeha Raperînê Aram Qadir li ser peyama KCK’ê got:

“Peyama KCK’ê girîng e.

Rewşa partiyên siyasî, helwestên hêja û nehêja radixe ber çavan.

Em piştgiriya peyamê dikin.

Hêvîdar in ku PDK’ê jî piştgiriyê bike dev ji siyaseta xwe ya niha berde.”

Şêniyên bajarokê Serqala yê navçeya Kifrî ya Germiyanê li dijî dagirkeriya Tirkiyê bang li her kesî kir ku piştevaniya PKK’ê bikin û yekîtiya xwe ava bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê 23’yê Tebaxê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li tevahî gelê Kurd kiribû ku li dijî êrîş û dagirkeriya Tirkiyê yekîtiya neteweyî ava bikin.

Back to top button