Li bajarê Amûdê, şehîdên şewata Sînema Amûdê hatin bibîranîn.
Li bajarê Amûdê ji bo bîranîna qurbanyên komkujiya şewata Sînema Amûdê, merasîma bîranînê hebûn..
Bi dehan şêniyên navçeya Amûdê, nûnerên saziyên bajar û gelek zarok beşdarî bîranîna ku li Baxçeyê şehîdan ê bajar hat lidarxistin bûn.
Li vir daxuyanî hat dayîn û qurbaniyên komkujiyê hatin bîranîn û banga hesabpirsîna ji kujeran hat kirin.
Piştre, Hevsrokê navçeya Amûdê Silêman Şêxo axivî.
Şêxo qurbaniyên komkujiyê bibîranîn û got:
“Komkujiya Amûdê yek ji komkujiyên ku sîstemên şovenîst li dijî gelê kurd pêk anîn û tê de 283 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Ev sîstem hîna jî li dijî kurdan komkujiyan pêk tîne û dixwazin îradeya kurdan bişkînin.
Ji bo wê jî divê em bi yek bin û dijî van komkujiyan rawestin.”