Rêxistinên cihanî bang li lîderên YE kir ku bersivek xurt bidin Tirkiyê

Nêzî 20 rêxistinên çapemenî û azadiya ramanê bang li lîderên YE kir ku di civîna li gel Erdogan de balê bikişînin li ser binpêkirinên li dijî mafê mirovan û gotin:
Bersiveke xurt bidin Enqerê.

Saziya Çapemeniyê ya Navnetewî (IPI) û nêzî 20 saziyên çepemenî û azadiya ramanê yên civakî beriya serdana lîderên YE ya ji bo Enqerê nameyek a hişyariyê nivîsîn.

Aliyan daxwaz kirin ku di serdanê de lîder girîngî bi “binpêkirina mafên mirovan yên li Tirkiyê” bidin.

Di nameya ji bo Serokê Komisyona Ewropa Ursula von der Leyen û Serokê Konseya Ewropa Charles Michel hatî nivîsandin de wiha tê gotin:

Em weke saziyên çapemeniya azad û rêxistinên azadiya ramanê beriya serdana we ya 6’ê Nîsanê ji bo Tirkiyê ji were dinivîsênin.

Em daxwaz ji we dikin ku di civîna we ya li gel Erdogan de hûn balê bikêşînin li ser zextên li dijî çapemenî, binpêkirina mafê mirovan û ji bo dawî anîna vê yekê jî bersiveke xurt bidin Enqerê.

Lîderên YE wê 6’ê Nîsanê serdana Enqerê bikin û serokomarê Tirk Erdogan re bicivin.

Back to top button