Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê, bi pêşengtiya Komîteya Çand û Werzîşê ya qada Perwerdê a Mexmûrê, 13. Mihrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê destpêkir.
Bi sedan xwendevan, mamosta û şêniyên wargehê amadebûn û 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber APO pîroz kirin.
Mihrîcan bi vekirina pêşangehê destpêkir û wê heya 4’ê Nîsanê dewam bike.
Li ser navê Komîteya Çand û Werzîşê a Perwerdê, Mamoste Zeyneb Kara axivî û got:
Nêzî meheke em û xwendevan ji bo mihrîcanê di nava amadekariyan de bûn.
Li ser vî bingehî em Rojbûna Rêber Apo li tevahî gelê Kurd, şervanên azadiyê û girtiyên azadiyê pîroz dikin.
Piştî axaftinê pêşangeh ji aliyê mamosta, xwendevan û şêniyên wargehê ve hate vekirin.