Kesên ku kampanyaya birêvedibin dibêjin;
Çawa ku em ji bo Mandela xebitîn, ji niha û pê de divê em ji bo Ocalan bixebitin.
Kampanyaya ku li Îngilîstanê ji hêla sendîkayan ve ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Ocalan hate destpêkirin bi piştevaniya rêxistinên civaka sivîl û siyasetmedaran didome.
Beriya niha bi çend rojan rayedarên Meclîsa Gel a Kurd a Brîtanyayê bi wan rêveber û qedroyan re hatin cem hev.
Di hevdîtinê de Wezîrê Berê yê Îngilîstanê Lord Peter Haîn, Wezîra tenduristiyê parlamentera Partiya Karker Chî Onwurah û Seroka Tevgera ji bo Efrîkaya Başûr Chîtra Kare bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku tevlî kampanyaya azadiyê ya ji bo Ocalan bibin û kampanyayê geş bikin.
Lord Peter Haîn got,
“Çawa ku beriya niha ji bo azadiya Nelson Mandela em bi çalakî xebitîbîn, ji niha û pê de jî ji bo azadiya Ocalan divê em bixebitin.”
Wezîra tenduristiyê ya Partiya Karker û Parlamenter Chî Onwurah jî li ser armanca kampaniya ev tişt anî ziman;
Di Azadiya Mandela û Ocalan de gelek xalên wekhev hene û bang li hemû pêşverûyan kir ku destekê bidin kampanyaya azadiyê ya ji bo Ocalan.
Seroka Tevgera ji bo Efrîkaya Başûr Chîtra Karve jî got:
Ez di wê baweryê de me ku wê kampanyaya azadiya Ocalan bi heman hişmendî û baweriya kampaniya Nelson Mendêlê bê kirin û wê bi ser bikeve.