Li Almanya nîqaşên derbarê heqdestan dewam dikin.
Sendîkaya Verdî li heft balafirgehan, banga grevê kir.
Sendîkaya Verdî ragihand ku roja Îniyê li 7 balafirgehên herî qelebalix, Frankfûrt û Munîh jî di nav de wê grevê bigrin.
Di daxuyaniya sendîkayê daye de, hat diyarkirin ku wê gelek seyahatên hewayî werin betalkirin.
Cîgirî Serokatiya Verdiyê Chrîstîne Behle wiha got:
“Ji ber ku heta niha ti encamek ji nîqaşan nederket, karker li ser patronan zexta hevpar dikin.”
Sendîkaya Verdî di rewşên guncaw de, ji bo xebatkarên sektora civakî, personelên bejahî û personelên ewlehiya hewayî nîqaşan dike.
Sendîka ji bo tazîmanata windahiyên girêdayî enflasyona bilind, heqdestek baştir daxwaz dike.
Çalakiya berdana kar a yekrojî, wê li balafirgehên Bremen, Dortmûnd, Frankfûrt, Hambûrg, Hannover, Munîh û Stûttgart bê lidarxistin.
Chrîstîne Behle diyar kir ku Enflasyon, enerjiya bilind û bihayên xurekê, gelek karkeran dixe rewşek a bê bawer.
Sendîkayê di meha Çileyê de, li balafirgeha Berlînê grevek heman pêk anîbû û nêzî 300 geştên hewayî hatibûn betalkirin.