Boruya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo komployê daxuyaniyek da

Boruya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku komploya navneteweyî bi pergala tecrîdê dewam dike û divê dawî lê bê anîn. Her wiha ragihand ku ji bo balkişandina ser rewşa bêhiqûqiyê ya li Îmraliyê, ew ê Rapora Tespît û Çavdêriyê ya Îmraliyê ya 2022’an eşkere bike.

Boruya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo salvegera 24`an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand.

Boruyê destpêkê de sersaxî ji malbatên qurbaniyên erdheja li Bakurê Kurdistan, Tirkiyê û Sûriyê re hat xwestin û got:

Em bawer dikin, ku wê gelê me yê bi hevgirtinê gelek karesat têk birine, vê karesatê ji bi piştevaniyê derbas bike.

“Divê pergala tecrîdê ya Îmraliyê bê bidawîkirin”

Boruyê anî ziman ku ev 23 meh in, ji Rêber Ocalan û girtiyên din Hamili Yildirim, Omer Hayri Konar û Veysi Aktaş ti agahiyê nagirin û wiha anî ziman:

Ev rewşa li dijî qanûnên neteweyî, peymanên navneteweyî, nirxên gerdûnî di vê pêvajoyê de ku karesatên ewçendî mezin rû didin jî bi israr tê dewam kirin.

Em her roj ji mînakên bi êş dibînin, ku tawîzên ji bo dewamkirina Pergala Eşkenceyê ya Îmraliyê ji huqûqê tên dayîn, welat xistiye cendereyeke çawa ya bêhiqûqî.

Gelek caran piştrast bûye, ku tenê muxatabekî ve çareseriyê heye ew jî Rêber Ocalan e.

Ji ber ku tevi şert û mercên Îmraliyê xwedî hewldanên teorîk û pratîk e.

Ji ber vê yekê divê Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê bê bidawikirin.

Ji ber ku ev ne tenê pirsgirêkek hiqûqî ye, di heman demê de wê bibe mifteya çareseriyeke civakî.

“Em ê rapora tespît û çavdêriya Îmraliyê a 2022’an pêşkêşî raya giştî bikin”

Boruya Hiqûqê ya Sedsalê da zanîn ku Komploya Navneteweyî ji aliyê rêber Ocalan ve hati pûçkirin û got:

Êdî ev Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê, ku yekîtiya demokratik ev 24 sal in înkar dike, nikare bê dewamkirin.

Rewşa niha ya negirtina agahiyekê, ku qedexeya pêkanînên xirab û êşkenceyê ye têkildarî ewlekarî û tenduristiya muwekilên me bû sebeba fikaran.

Ji bo balkişandina ser vê rewşê, em Rapora Tespît û Çavdêriyê ya Girtigeha Îmraliyê ya 2022’an pêşkêşî raya giştî û aliyên pêwendîdar dikin.

DOKUMENTER-Komploya Navneteweyî (15’ê Sibatê)

Back to top button