DIVÊ ÎRO LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK BERXWEDANEK MÎNA KOBANÊ WERE NÎŞANDAN

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê bi boneya Roja Cîhanî ya Kobanê daxuyaniyek nivîskî weşand û got:

Divê îro li dijî dagirkeriya Tirk li Başûrê Kurdistanê berxwedaneke mîna ya Kobanê were nîşandan.

Kordînasyona Komelên Ciwanên Mexmûrê jî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û bang li tevahî ciwanan kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dakevin qadan.

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê bi boneya Roja Cîhanî ya Kobanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin;

Şer û berxwedana ku li Kobanê pêk hat, şerê parastina nirxê mirovahî û jiyana azad bû.

Şerekî herî dijwar yê dîrokê bû, şervanên YPG û YPJ’ê mil dan milê hev û li berxwe dna.

Li dijî çeteyên DAIŞ’ê û alîgirê wê dewleta Tirk, berxwedaniyek mezin hate nîşandan.

Berxwedana şervanên YPJ’ê û YPG’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê qonaxeke nû ya têkoşînê ji bo gelên azadîxwaz da destpêkirin.

Serkeftina Kobanê tevahî xewn û xeyalên dagirker û dijminên gelê Kurd têkbir.

Berxwedana Kobanê zihniyeta partîgerî, parçebûn û desthilatdariyê têk bir.

Îro jî divê li dijî dagirkeriya dewleta tirk li Başûrê Kurdistanê berxwedaneke mîna ya Kobanê were nîşandan.

Leave a Reply

Back to top button