Artêşa Niştimanî ya Lîbî li eniya Tieşa 18 çeteyên wîfaqê hatin kuştin

Şerê li Lîbyayê berdewam e û desteka dewleta Tirk bo hikumeta Wîfaqê ya Îxwanî jî ranaweste. Herî dawî Artêşa Niştimanî êrîşeke çeteyên Wîfaqê şikand û 18 çete kuştin. Wezîrê dervê yê Amerîkayê Mikê Pompeo jî di pêwendiyeke telefonî bi Serac re, nerazîbûna welatê xwe ji derbasbûna çekan bo Lîbyayê anî ziman û banga rawestandina şer kir.

Artêşa Niştimanî ya Lîbî ragihand ku wan êrîşeke hêzên Wîfaqê bi desteka dewleta Tirk, li eniya Tiwêşa ya li başûrê Terablusê şikand.

Li gorî navenda operasyonên Kerama, 18 çeteyên Wîfaqê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Ji aliyê xwe ve, desteya ragihandina cengî ya Artêşa Niştimanî ragihand ku wan droneke Tirkî li nêzî devera El-Qeryat a li başûrê Terablusê anîne xwar.

Pompio bang li serac kir ku şer rawestîne

Girêdayî mijarê, duh wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi rêya telefonê bi Serac re axivî nerazîbûna xwe ji bo derbasbûna çekan bo lîzbayê anî ziman û bang li hikumeta Serac kir ku şer rawestîne.

Ev nameya Amerîkî bo hikumeta Serac di demekê de tê ku dewleta Tirk biryarên navdewletî yên qedexeya çekan bo Lîbyayê ku di kongireya Berlênê de li ser hatibû lihevkirin, binpê dike.

Lê tevî van biryaran û çavdêriya navdewletî, Tirkiye şandina çek û çeteyan bo Lîbyayê berdewam dike ku heta niha bêhtirî 9600 çete bi rêya balafir û keştiyên dewleta Tirk gihaştine Lîbyayê.

Back to top button