Dorpêça hikûmeta Şamê li ser Şehbayê, pirojeyên xizmetguzariyê asteng dike

Şaredariya Gel a kantona Efrînê diyar kir ku dorpêça ku hikume Şamê li ser kantona Şehbayê ferz kiriye, li pêşiya pirojên zivtkirina riyan bûye asteng.

Şaredariyê teqezkir ku ew benda Hikûmeta Şamêne ku destur bide wan ku bikaribin madeyên ziftê derbasî kantonê Şehbayê bikin, da ku pirojeyên ziftkirina riyan bi dawî bikin.

Her wiha şaredariyê destnîşan kir ku ew ji ber neçarî rêyên gundên Um El-Hoş û Herbel a kantona Şehbayê bi keviran çêdikin.

Tê zanîn piştî ku Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kirin, bi deh hezaran şêniyê herêmê koçberî kantona Şehbayê bûn.

Back to top button