Ibtîsam Ebdulqadir: Dewleta Tirk sûcê şer dike, divê bê dadgeh kirin

Dewleta Tirk a dagirker bi şandina xwe ya zarokan bo Lîbyayê sêcê şer dike.
Di vê derbarê de Berdevka Meclisa Jinê ya Minbic û Gundewarê wê Îbtîsam Ebdulqadir destnîşan kir ku leşkerkirina zarokan sûcekî şer e û bang li civaka navneteweyî kir ku divê dewleta Tirk were dadgeh kirin.

Berdevka Meclisa Jinê ya Bajarê Minbicê û Gundewarê wê Îbtîsam Ebdulqadir diyar kir ku leşkerkirina zarokan sûcekî şer e, divê hesab ji Tirkiyê bê xwestin.

Îbtîsam Ebdulqadir destnîşan kir ku dewleta Tirk li ber çavê cîhanê sûc û binpêkirinan dike, lê kes dengê xwe nake û got:

“Erdogan ji kirinên xwe têr nabe, niha hewl dide fitneyê li Sûriyê derxîne da ku berjewendiyên xwe pêk bîne.

Tirkiye zarokan bi kar tîne û wan dike leşker, lê belê leşkerkirina zarokan li dijî qanûnê navneteweyî ye.”

Ji lewma Ibtîsam bang li zarokan kir ku li hişê xwe vegerin, li pey armanc û planên dewleta Tirk a dagirker û rê li ber hewldanên wêrankirina welat û koçberkirina gelên wê bigirin.

Îbtîsam anî ziman ku siyaseta Erdogan a li ser Sûrî, Lîbya û Yewnanistanê eşkere bûye êdî herkes jî dizane ku armanca dewelta Tirk ewe ku dagirkeriya xwe berfireh bike û Osmaniya Nû vegerîne.

Ji xwe çavdêriya Sûrî di raporekê de eşkerekiribû ku dewleta Tirk zarokên Sûrî biçek dike û wan dişîne Lîbyayê, da ku li kêleka hikûmeta Wîfaqê şer bikin.

Berî niha çeteyên Tirkiyê zarokê bi navê Ebdo Şêxo (15) ji gundê Rûta yê navçeya Mabata ya Efrînê, bi gefa kuştinê ew şandin Lîbyayê.

Bi vê yekê, leşkerkirina zarokan sûcekî nû li lîsteya sûcên rejîma Tirkiyê zêde kir, li gorî Peymana Romayê leşkerkirina zarokan “Sûcekî şer “e.

Back to top button