Tevî danûstandinan, nakokiyên Hewlêr û Bexda her aliyan didomin

Digel metirsiya vîrûsa Coronayê, nakokiyên Iraq û Başûrê Kurdistanê tevî danûstandinan didomin û welatiyên herêmê jî nerazîbûnan nîşan didin. Herî dawî hikûmeta Başûrê Kudistanê ji bo pêşîgirtina li ber vê aloziyê, pêşniyar kiriye ku rojane 250 hezar bermîlên petrolê bide kampaniya SOMA û bermaber wê, Iraq jî mehane 600 milyar dînar bide.

Hikûmeta Başûrê Kurdistanê di serdana xwe ya dawî ya ji bo Bexdayê de, pêşniyar kir ku rojane 250 hezar bermîlên petrolê bide kampaniya SOMA, nîvê dahata gumrik û beşekî ji dahata navxweyî jî radestî hikûmeta Iraqê bike.

Li hember vê yekê, Iraq jî mehane 600 milyar dînar bişîne Başûr.

Hikûmeta Iraqê jî, ev pêşniyar nepejirandiye û daxwaziya radestkirina giştî dahata Başûr dike.

Her wiha li gorî budceya sala 2019’an a Iraqê “eger Hewlêr rojane 250 hezar bermêlên petrolê radestî SOMA bike, wê Bexda budceyê ji sedî 12.67 ji bo Başûr bişîne, lê berovajî vê yekê, tenê 522 milyar dînaran dişîne û Hewlêr jî heta niha yek bermîl petrol radest nekiriye.

Heta meha Adara îsal, Iraq, mûçeyên karmendên herêmê dişandin, derveyî mûçeyên wezareta pêşmerge ku 69 milyar dînar in, ji ber ku Başûr lîsteya temam a pêşmergeyan radestî Bexdayê nedikir.

Nivîskar û rojnameger Erdelan Ebdullah: Pirsgirêka hewlêr û bexda siyasî

Nivîskar û rojameger Erdelan Ebdullah der barê pirsgirêka Hewlêr û Bexdayê de da xuyakirin ku baweriya her du hikûmetan bi hev nemaye û got:

“Hem pirsgirêka siyasî di navbera wan de heye, hem jî ji mêj ve li hev nedikirin”

Parlamenterê Iraqê Xalib Mihemed: Wê dawiyê hewlêr û bexda li hev bikin, ji ber ku berjewendiyên wan ên hevbeş hene

Li aliyekî din, parlamenterê Iraqê Xalib Mihemed jî diyar kir ku wê dawiyê Iraq Başûrê Kurdistanê li hev bikin, ji ber berjewendiyên wan ên hevbeş hene û nikarin dev ji hev berdin.

Tevî metirsiya vîrûsa Coronayê, kolanên Başûrê Kurdistanê bûne qadên nerazîbûnan ku her dawî 16 Gulanê mamoste û karmendên Dihokê ji ber nedayîna mûçeyan derketibûn xwepêşandanê û zêdeyî 100 kesî hatin girtin.

Back to top button