Gerîlayên HPG/YJA-Starê li navçeya Êlkê ya Şirnexê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek lidarxistin. Di çalakiya bi bandor de 9 leşkerên dagirkeriya Tirk hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê têkildarî çalakiyên Gerîla û êrîşên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî da.
HPG’ê diyar kir ku 3’ê Îlonê Gerîlayên YJA-STAR’ê li yekîneyeke artêşa dewleta Tirk a dagirker ku li herêma Deriyê Qaçê ya Şirnexê kemîna datanin, xistin.
Gerîlayên YJA-Starê ji sê baskan ve bi taktîka kemînê li yekîneya dijmin xistin.
Bi qasî hat tekezkirin 9 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Çapemeniya Tirkiyê ku şerê taybet dimeşîne û rastiyan berovajî dike, gotibû di êrîşa 2’ê Îlonê li herêma Geliyê Kesanê yê navçeya Tetwana Bedlîsê de windahiyên gerîla çêbûne.
Navenda ragihandina HPG’ê îşaret bi vê yekê jî kir û ev îdîa derewand.
HPG’ê da zanîn ku tiştek bi hêzên wan ne hatiye û dagirkeriya Tirkiyê dixwaze şerê pîskolojîk bimeşîne.