PÊNGAVA PAQIJKIRINA MAYÎN Û BERMAHIYÊN ŞER LI ŞENGALÊ DEST PÊ KIR

Yekîneyên paqijkirina mayînan ên YBŞ’ê bi hevkariya artêşa Iraqê li hin deverên Şengalê pêngava paqijkirina mayîn û bermahiyên teqemeniyan dan destpê kirin.

 

Piştî rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran mayîn û teqemeniya çeteyan hatin rakirin.

Lê hîn jî hin deverên Şengalê mayînkirîne û gelek bermahahiyên şer û teqemeniyan lê mane.

Her wiha ji ber vegera Şengaliyan ji cih û warê xwe re, yekîneya rakirina mayînan a YBŞ’ê bi hevkariya artêşa Iraqê pêngaveke nû ya paqijkirina mayîn û teqemeniyan dest pê kirin.

Di vê çarçoveyê de yekîneyên paqijkirina mayînan û bermahiyên şer, xebatên xwe li Gundê Girzêrik, Tilezêr û Sîba Şêx Xidir a girêdayî Şengalê dan destpêkirin.

Heya niha gelek mayîn, guleyên hawanan û bermahiyên teqemeniyan hatine rakirin.

Wê xebatên paqijkirina ji teqemeniyan li herêmên din ên Şengalê jî pêk bê.

 

Leave a Reply

Back to top button