Şêniyên Mexmûrê li ser goristanê û li Saziya Malbatên Şehîdan cejin pîroz kirin

Şêniyên Wargeha Mexmûrê û yên Başûrê Kurdistanê bi boneya cejna Qurbanê serdana goristanan kirin û cejin pîroz kirin. Her wiha Rêxistina HDP’ê ya Geverê jî gorstanên li navçeyê ziyaret kirin û banga yekitiya gelê kurd kirin.

Şêniyên Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), cejina Qurbanê pîroz kirin.

Li Mexmûrê, Şêniyan piştî nimêja cejnê berê xwe dan goristana wargehê û ji wir jî çûn Saziya Malbatên Şehîdan.

Li Saziya Malbatên Şehîdan cejna şehîd û gelê amade hate pîroz kirin.

Li Saziyê Mele Elî axivî û got:

Cejna qûrbanê di bingehê xwe de lihevkirin û parvekirinê dihewîne, em jî vê cejnê li hemû gelê xwe pîroz dikin.

Şêniyên Silêmaniyê bi boneya cejinê serdana goristanê kirin

Welatiyên Silêmaniyê di roja yekem a cejnê de berê xwe dan goristana Seywan û serdana gorên xizmên xwe kirin.

Şêniyên ku serdana goran kirin daxwaz kirin ku di vê cejnê de gelê Kurd yekgirtî be û hêviya serkeftina ji bo gelê Kurd xwestin.

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê gel serdana goristanê kirin

Rêxistina HDP’ê ya navçeya Gever a Colemêrgê bi boneya Cejna Qurbanê li navenda navçeyê serdana goristanên taxên Bajêrge û Ormanê kir.

Di serdanê de beşdaran bal kişandin ser girîngiya têkoşîna azadiyê ya gelan û yekitiya gelê kurd.

Li Amedê bi pêşengiya Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alikariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine, serdana goran hat kirin.

Di dema serdanê de polîsan goristan dorpêç kir, lê girse bêyî guh bide dorpêça polîsan çû ser goran.

Piştî serdanê li ber deriyê goristanê dua hatin kirin

Emîne Şenyaşar Û Ferîd Şenyaşar jî roja ewil a Cejna Qurbanê li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir û wiha got:

Li Şirnex û Cizîrê kesên ku di qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest dan, serdana gorên wan hat kirin.

Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê jî çûn Goristana Asrî û li Taxa Yafesê û li vir kesên ku di qedexeyê de jiyana xwe ji dest dan, serdana gorên wan hat kirin.

Back to top button