HPG: Li Zap, Xakurkê û Metîna 19 leşkerên Tirk hatin cezakirin

Çalakiyên Gerîlayên Azadiyê ên ji bo bîranîna Berxwedana Mezin a 14’ê Tîrmehê bê navber dewam dikin.
Gerîlayan li herêmên Zap, Avaşîn, Xakurkê û Metîna li hêzên dagirker xistin.
HPG’ê derbarê çalakiyan de daxuyaniyek weşand û diyar kir di encama çalakiyên gerîlayan de 2 jê payebilind 19 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 2 wesayîtên zirxî hatin rûxandin û derb li helîkopterekê hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê a HPG’ê têkildarî şerê li başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir Gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê li ser şopa şehîdên 14’ê Tîrmehê ku li zîndana Amedê ala berxwedanê bilindkirin û dîrok nivîsandin, çalakiyên xwe didominin û derbên giran li dagirkeran dixin.

HPG’ê derbarê çalakiyan de ev agahî parve kir;

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Xakurkê;

8’ê Tîrmehê li Girê Şehîd Derwêş hêzên YJA Starê bi çekên giran li wesayîteke dagirkeran a Reo xistin. Di vê çalakiyê de wesayît hat rûxandin û 10 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî a Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê;

8’ê Tîrmehê hêzên me bi çekên giran li wesayîteke dagirkeran xistin ku hewl dida ber Qada Çemço ve were. Di encamê de wesayît hat rûxandin û dagirkerên tê de hatin cezakirin.

8’ê Tîrmehê hêzên me li Qada Şikefta Birîndaran li komeke dagirkeran xistin ku bi armanca dagirkirinê rê çêdikirin. Di encama çalakiya sekvaniyê de fermandarê vê komê hate cezakirin û koma dagirker a ku derb lê hat xistin neçar man ji qadê dûr bikeve.

9’ê Tîrmehê hêzên me li Qada Çemço derb li helîkopterekê xistin ku hewl da qadê bombebaran bike.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de li Herêma Metîna;

30’ê Hezîranê li Girê FM di encama çalakiya sekvaniyê ya tîmên me yên gerok de 3 dagirker hatin cezakirin.

5 û 8’ê Tîrmehê di encama çalakiya sekvaniyê ya tîmên gerok ên YJA Starê de 2 dagirker hatin cezakirin.

8’ê Tîrmehê li Qada Girê Cûdî tîmên gerok ên YJA Starê li hêzên dagirker xistin û di encamê de dagirkerekî payebilind hate cezakirin.

Heman rojê li Girê Amediyê li hêzên dagirker hate xistin ku hewl didan ber bi çeperên şer yên Şehîd Pîrdoxan ve werin.

Di encama vê çalakiya sekvaniyê de jî 2 dagirker hatin cezakirin.

Dîsa 8’ê Tîrmehê hêzên me sê helîkopter gulebaran kirin ku hewl didan bombeyan li Girê Amediyê bibarînin. Di encamê de derb li helîkopterekê hate xistin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê eşkere kir, artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî berxwedana gerîlayên azadiyê nikare encamê bigire, 8 û 9’ê Tîrmehê 6 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 26 caran bi helîkopteran û 5 caran jî bi balafirên şer qadên berxwedanê yên gerîla bobmebaran kirin.

Back to top button