Li Bakur û Rojhilatê Sûrî 233 kesên din bi Coronayê ketin 15 jî mirin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku li herêmê 15 kesên din ji ber vîrûsa Coronayê jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteyê, Ciwan Mistefa da zanîn ku 233 kes jî jî 130 mêr in û 103 jin in bi vîrûsê ketin.

Ciwan Mistefa diyar kir ku 14 kesên ku berê bi Coronayê ketibûn, baş bûne.

Bi vê daneyên nû, li herêmê 15 hezar û 562 kes bi Corona ketine, ji wan 545 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 569 kes baş bûne.

Back to top button