HPG: Li Avaşîn, Zap, Metîna û Heftenînê 33 dagirker hatin kuştin

Gerîla bi berxwedaneke mezin bersivên tund dide êrîşên artêşa Tirk a dagirker yên li ser Herêmên Zap, Metîna û Avaşînê.
HPG’ê diyar kir di çarçoveya pêngavên şoreşgerî yên ‘Bazên Zagrosê’, ‘Cenga Xabûr’ û ‘Cenga Heftanînê, de gerîla derbên giran li dagirkeran dane û 33 dagirker hatin kuştin.

Erîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dewam dikin. Gerîla di çarçoveya pêngavên şoreşgerî yên ‘Bazên Zagrosê’, ‘Cenga Xabûr’ û ‘Cenga Heftanînê de derbên giran li dagirkeran dide.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşan û çalakiyên gerîla de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir gerîla di çarçove ya ‘Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan’ de derbên giran li dagirkeran daye.

HPG’ê diyar kir 25’ê Nîsanê li Girê Mamreşo yên Herêma Avaşîn 2 leşker,

26’ê Nîsanê li Girê Şehîd Serdar ê li Herêma Zapê leşkerek, li Girê Şehîd Mûnzûr a Herêma Zapê 2 leşker û li devera Şehîd Sorxwîn a Herêma Zapê 5 leşker hatin kuştin.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûr de jî gerîla li dagirkeran dane.

HPG’ê diyar kir 24 û 25’ê Nîsanê li girên şehîd Serhed û Şehîd Çiya yên qada Metîna 6 leşker,

26’ê Nîsanê di çalakiya li dijî qereqola Kanî Masî de 3 leşker û li herêma Metîna 5 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de gerîla 23’yê Nîsanê li herêma Heftanînê, li dijî dagirkeran du çalakî pêkanîne û di her du çalakiyan de du kozik hatine tinekirin û 7 leşker hatine cezakirin.

HPG’ê destnîşan kir ku 23’yê Nîsanê li qada Mamreşo a li herêma Avaşînê di şer û bombebaranê de 4 gerîlayên bi navê Asya, Ekîn, Çiyager û Dilgeş bi lehengî şer kirine û şehîd bûne.

HPG’ê ji malbatên gerîla û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Back to top button