HPG’ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir

HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2017’an de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr anî.
HPG’ê diyar kir hevrêyên wan Diyana, Sema, Zîlan, Argeş û Gabar bûne afirînerên rastîn ên dewlemendiya taktîkî ku gerîla gihiştiye wê astê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 5 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne daxuyaniyek weşand.

HPG 5 gerîlayên ku di sala 2017’an de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr anî û wiha got:

“Sala 2017’an ku di dîroka me ya têkoşînê de qonaxeke girîng nîşan dide, bû saleke ku li dijî dagirkeran bi her awayî berxwedaneke fedaî hate jiyîn.

Dewleta Tirk a qirker di vê salê de di şexsê tevgera me ya azadiyê de hemû hêza xwe ji bo tasfiyekirina gelê me bi kar anî û ji bo vê jî ji her demê zêdetir êrîşên xwe zêdetir kir.

Hevrêyên me Diyana, Sema, Zîlan, Argeş û Gabar ku mînakên sereke yên fedekariya Apoyî ne, li qadên ku lê bûn, pêşengiya berxwedana li dijî dijmin kirine.

HPG’ê diyar kir hevrêyên wan bûne afirînerên rastîn ên dewlemendiya taktîkî ku gerîla gihiştiye wê astê û got:

Hevrêyên me Diyana, Sema, Zîlan, Argeş û Gabar bi şehadeta xwe ji me re bûne çavkaniya hêzê û sedema lêhûrbûnê.

Di serî de ji malbatên bi rûmet ên şehîdan, HPG’ê sersaxiyê ji hemû gelê welatparêz yê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

Nasnav: Diyana Amanos
Nav û paşnav: Heybet Çig
Cihê jidayikbûnê: Edene
Navê dê: Fatma
Bav: Omer
Dîrok û cihê şehadetê: Tîrmeha 2017’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Sema Mahîr
Nav û paşnav: Sema Taş
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Navê dê: Aynûr
Bav: Abdurahman
Dîrok û cihê şehadetê: Mijdara 2017’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Zîlan Dêrsim
Nav û paşnav: Canan Kanat
Cihê jidayikbûnê: Baybûrt
Navê dê: Naciye
Bav: Hatem
Dîrok û cihê şehadetê: Îlona 2017’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav:  Argeş Rûken
Nav û paşnav: Yûnûs Ergun
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê: Gulşen
Bav: Cemîl
Dîrok û cihê şehadetê: Tebaxa 2017’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Gabar Wan
Nav û paşnav: Dogan Berkî
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê: Mûhabbet
Bav: Mûstafa
Dîrok û cihê şehadetê: Tebaxa 2017’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Back to top button