Faşîzma Tirk gefa kuştinê li Rêber Apo dixwe

Têkildarî gefxwarinên li dijî Rêber Ocalan, seranserî herêmên Bakur û Rojhlatê Sûriyê daxuyanî hatin dayîn.
Di daxuyaniyan de ev sûc hat şermezarkirin û hat xwestin ku serlêdana Rêber Apo were kirin.
Bang li civaka navneteweyî hat kirin ku fişarê li dewleta Tirk bikin da ku tecrîdê bi dawî bike.

Însiyatîfa Parêzerên Sûriyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan û Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan a Sûriyê têkildarî gefxwarinan li pêşiya avahiya Komîseriya Kar û Barên Penaberan a girêdayî NY’ê ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.

Heman daxuyanî li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê jî hat xwendin.

Di daxuyaniyan de daxwaz hat kirin ku bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin û hat diyar kirin ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ew ê têkoşîna hiqûqî bidomînin.

Şeniyên Kobanê: Hemxwetî sedsaliya Lozanê di şexê Rêbertî de doza Kurd hedef digirin

Di dewamê de hat gotin: Dewleta Tirk hemwextî sedsaliya Lozanê di şexsê Rêbertî de doza Kurd armanc digire.

Bê-helwestiya CPT û saziyên navneteweyî yên peywendîdar li hember tecrîda girankirî hat şermezar kirin.

Xelkên Dêrazorê: Em ê bêdeng nemînin

Şêniyên rojhilatê Dêrazorê jî gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin:

“Em ê li hember kirinên delweta Tirk a dagirker ên li djiî Rêbertî bêdeng nemînin.”

Ji bo serbestberdana Rêbertî divê welatên cîhanê û rêxistinên mafên mirovan tavilê destwerdanê bikin.

Xelkên Girkê Legê: Şandina nameyên gefxwazinê dewama qirkirina kurdan e

Ev der jî navçeya Girê Legê ye.

Meclisa navçeyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku berxwedana Rêber Ocalan têk bibe û şandina nameyên gefxwarinê, binpêkirina exlaq û pîvanên navneteweyî ye.

Îsrara dewleta Tirk a dewamkirina tecrîdê nîşaneya dewamkirina siyaseta qirkirina Kurdan e.

Bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin ku li dora Rêber Ocalan bicivin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê geş bikin.

Xelkên Til Hemîs: Gefxwarin nîşan dide ku jiyana Rêbertî di xeteriyê de ye

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD jî li navçeya Til Hemîsê diyar kir ku dayîna nameyên gefxwarinê ji Rêber Ocalan re nîşan dide ku jiyana Rêbertî di xeteriyê de ye.

Bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî hat kirin ku li hember pergala tecrîd û êşkenceyê xwedî helwest bin.

Back to top button