Artêşa Tirk a dagirker 2 caran bi bombeyên qedexekirî êrîş birin ser çeperên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîdayê. Li aliyê din Gerîla TV dîmenê çekên ku di operasyona şoreşgerî ya li Girê Hakkarî de hatibûn desteser kirin, weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê sûcên şer yên dewleta tirk de daxuyaniyek da.
HPG ragihand ku 30’ê Kanûnê, Arteşa Tirk li nêzî gundê Sîda yê nehiya Şêladizê ya Amediyê 2 caran bi bombeyên qedexekirî çeperên şer yên gerîla bombe-kirin.
Her wiha HPG got: Heman rojê qadên berxwedanê 5 caran bi balafirên şer
bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran hatiye bombekirin.