Îbrahîm Bîlmez: Li Îmraliyê pergalek taybet hatiye avakirin

Ji parêzerên Rêber Apo, Îbrahîm Bîlmez destnîşan kir ku Meseleya tecrîdê tenê ne-meseleya kurdan e û got:
Eger di sala nû de piştevanî berfireh bibe, dê tecrîd bê rakirin.

Ji Rêber Apo û girtiyên ku di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de girtîne 21 mehin tu agahî nayê girtin.

Serlêdanên parêzer û malbatê ên ji bo hevdîtinê jî bê bersiv tên hiştin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez têkildarî tecrîda li dijî Rêber Apo axivî.

Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku li dijî Rêber Apo li Îmraliyê pergalek taybet hatiye avakirin û wiha got:

“Li Îmraliyê pergalek tecrîdê ku hezên navnetewî aktoriya wê dikin, heye.

Mixabin ev pergal gihîştiye asta herî xeternak. Li Îmraliyê hemû qanûn û hiqûq hatiye xetimandin.

Bi salane em parêzer, malbatên wan û rêxistinên sivîl nikarin biçin Îmraliyê.

Em derbarê rewşa miwekîlên xwe de, tu agahiyê nagirin.”

Îbrahîm Bîlmez: Heger pîştevanî mezin bibe wê tecrîd ji holê rabe

Bîlmez da zanîn ku 21 meh in bi hêcetên cezayên dîsiplînê, hevdîtin tên astengkirin.

Di dewamê de parêzer Bîlmez îşaret bi çalakiyên ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî a Rêber Apo kir û ev tişt got:

“Meseleya tecrîdê tenê ne meseleya kurdan e. Tecrîd hem Kurdistanê hem jî Tirkiyê eleqedar dike.

Heger ev piştevaniya mezin bidome, em bibawerin ku emê bigihîjin serkeftinê.

Me serî li gelek sazî û dezehên Ewropayê jî da.

Em carek din li vir gazî dikin û dibêjin, em dixwazin ji miwekîlên xwe agahî bigirin û biçin gel wan hevdîtinê bikin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez dawiyê diyar kir di sala 2023’an de ewê vê hevgirtinê hîn berfirehtir bikin û tecrîdê ji holê rakin.

Back to top button