“Divê roleke Erebî ya avaker hebe”

Hikumeta Şamê jî ferman da hêzên Îranî yên li Sûriyê, ku alên xwe û yên Îranê daxin.

Wezareta karên derve ya hikumeta Şamê diyar kir ku di qonaxa li pêş de, divê roleke erebî ya avaker ji bo pêkanîna aramî û ewlehiyê bo hemû gelên welatên ereb hebe.

Wezaretê da xuakirin ku Sûriye yek ji damezrînerên Komkara Erebî ye û teqezî li ser girîngiya diyalog û karê hevbeş kir.

Hêzên Îranî yên li Sûriyê alên xwe dadixin

Girêdayî mijarê, hêzên Îranî yên li Sûriyê li gelek nuqteyên xwe, dest bi daxistina alên xwe kir.

Çavdêriya Sûrî ya mafên mirovan ragihand, hêzên girêdayî Îranê yên li Sûriyê alên Îranê û alên hin girûpên çekdar mîna Fatimiyûn û Zeynebiyûn daxistin.

Li gorî çavdêriyê ev yek li ser daxwaza hikumeta Şamê pêk hat.

Hin rapor dibêjin, hikumeta Şamê soza derxistina hêzên girêdayî Îranê ji Sûriyê, li beramber vegera li Komkara Erebî, dabû.

Urdinê bi balafiran êrişî Başûrê Sûriyê kir

Back to top button