Urdinê bi balafiran êrişî Başûrê Sûriyê kir

Piştî ku Sûriye vegeriya Komkara Erebî, Urdinê êrişeke esmanî li Başûrê Sûrîyê pêk anî û tê de bazirganê sereke yê madeyên hişbir tevî malbata wî, hat kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku balafirên şer yên Urdinê li gundê Şiab ê Siweydayê yê li ser sînorê Urdin – Sûriyê bombebaran kir.

Bazirganekî hişbiriyê û malbata wî hatin kuştin

Li gor wê, di êrişê de, bazirgan û berpirsê qaçaxtîya madeyên hişbir Meriî El-Remtan, tevî hevjîn û zarokên wî ku hejmara wan 6 kes e, hatin kuştin.

Ev êrişa han piştî rojekê ji vegera Sûriyê li Komkara Erebî re pêk tê ku şerê li dij maedyên hişbir, bendekî bingehîn e.

Back to top button