HDP, wê sibe li meclisê dest bi pêngava duyemîn a Bernameya Têkoşîna Demokratik bike. HDP ku bi Meşa Demokrasiyê ket rê, wê sibê bi “Hevdîtina Demokrasiyê” dest bi pêngava duyemîn a çalakiyan bike.
Rêxistina HDP’ê wê sibê piştî Civîna Lijneya Navendî ya HDP’ê dest bi pêngava duyemîn a ‘Bernameya Têkoşîna Demokratik’ bike.
Bi taybetî wê li dijî pêşnûmeya Pir-Baroyan bêjin “Em hemû bi hevre ji bo mafê parastinê dibin yek.”
Sibe û bi tevlêbûna Hevserokên Giştî yên HDP’ê Mithat Sancar û Pervîn Buldan li meclisê wê bi civîna çapemeniyê pêngava duyemîn bidin destpêkirin.
Ev çalakî wê bi navê “Hevdîtina Demokrasî û Aştiyê” dest pê bikin.
HDP, wê di meha Tîrmehê de di çarçoveya “Hevdîtina Demokrasiyê de” hevdîtinan bike.
Di van hevditinên demokrasiyê de bi taybetî li dijî şer, aştî û li dijî pêkanînên dijdemokratîk, demokrasiyê derxin pêş.