Li Bazyan û Binarê Qendîlê, kampanya komkirina îmzeyan dest pê kiriye

Bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Têkoşer, di çarçoveya “Pêngava Seferberiya Heftenînê” de li navçeya Bazyan a Silêmaniyê, dest bi kampaniya komkirina îmzeyan hatiye kirin.

Li gorî agahiyan, heta niha 700 îmze hatine berhevkirin û Kampanya hîn dewam dike.

Meclisa Ciwanên Binarê Qendîlê jî, ji bo derxistina leşkerên dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê, dest bi kampanya îmzeyan kiriye.

Wê li navenda Silêmanî, Şarezûr, Helebçe, Çemçemal, Germiyan, Kelar û Ranyayê jî dest bi kampanyayên komkirina îmzeyan were kirin.

Back to top button