Li Qersê bi hezaran di mîtînga Partiya Çepên Kesk de hatin bahev

Li Qers û Rihayê bi dehhezaran welatî di bin siya ala dara jiyanê de hatin bahev û daxwazên xwe qêriyan. Namzetan û siyasetmederan di mîtîngan de destnîşan kirin ku ew ê zilma AKP-MHP’ê di sindoqan de têk bibin. Partiya Çepên Kesk ku li Erdexanê jî xwest mîtîng li dar bixe bi hinceta mitînga Erdogan, destûr nehat dayîn. Rêveberên Partiya Çepên Kesk mitîng betal kirin û veguherandin hevdîtina bi gel re.

Ji hilbijartinên Serokkomarî û parlamenterî yê li Tirkiyê re hefteyek kêmtir ma.

Partiya Çepên Kesk a bênavber dixebite, îro jî li qadan bi hezaran welatiyan re civiya.

Li Qada Cumhuriyetê a Qersê bi hezaran kes alên dara jiyanê hildan.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan HDP Pervîn Buldan û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk DBP Keskîn Bayindir tev li hevdîtina bi gel re bûn.

Piştî mitîngê despêkir Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên bajêr gel silav kirin û gotin: “Em ê vê zilmê di sindoqan de têk bibin.”

Keskîn Bayindir: Partiya me wê rê li ber siberoja gelan veke û azadiyê bîne

Paşê mafê axaftinê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir girt û wiha axivî.

Bayindir diyar kir partiya wan wê rê li ber siberoja gelan veke û azadiyê bîne.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî a li wir axivî bal kişande ser zext û êrişên desthilta AKP-MHP’ê

Pervîn Bûldan: Wê îktidar ji her êrişan berpirsyar be

Pervînê destnîşan kir ku desthilat her ku winda dikin û têk diçin, dest bi êrişan dikin û û wiha got:

Dijminatiya wan a li ser kurdan û li dijî demokrasiyê, li dijî êdî nikarin veşerîn.

Li mitîng û meydanan di bernameyên televîzyonan de eşkereyî dibêjin.

Em ê tu carî destûrê nedin vê dijminatiyê. ”

Pervîn Bûldan: Coşa azadiyê piştî 14’ê Gulanê ye

Pervîn Bûldan anî ziman coşa azadiyê dê piştî 14 Gulanê dest pê bike û ev peyam da:

“Partiya Çepên Kesk êdî mîsogeriya jiyana hevbeş a gelên Tirkiyê ye û, siberoja me ye.”

Hinek dîmenê hûnermendan biherikîne

Li Rihayê jî bi mîtîngekê bi dehhezaran di bin siya alên jiyanê de hatin ba hev û daxwazên xwe qêriyan.

Hevserokên partiya HDP, DBP jî di nav de namzetên parlamenteriyê û gelek siytasetmedar tev li mitîngê bûn.

Girse bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kir.

“Dê di dawiya tariyê de roj hil bê”

Li vir jî siyasetmedarên ku axivîn, peyamên girîng dan û gotin: “Dê di dawiya tariyê de roj hil bê”

Li Golanê mîtînga Çepên Kesk hate astengkirin

Her wiha li navçeya Golan a Erdexanê jî Partiya Çepên Kesk xwest mîtîng li dar bixe.

Lê bi hinceta mitînga Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, ji bo mîtîngê destûr nehat dayîn

Mîtînga ku betal bû veguherî hevdîtina bi gel re

Rêveberên Partiya Çepên Kesk mitîng betal kirin û veguherandin hevdîtina bi gel re.

Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan ku li wir polîtîkayên desthilatê rexne diyar kir ew êhem Erdogan hem jî tirsa ku belav dike têk bibin.

Pervîn Buldan: Emê AKP’ê bişînin

Back to top button